Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Bedîuzzeman û Zimanê Dayikê: Nasname, Perwerde û Pirzimanî

Di civakên pirçandî û pirzimanî yên îroyîn de, şekilgirtina polîtîkayên perwerdehiyê li ser bingeha dadperwerî û hemûkesiyê girîngiyeke mezin heye. Mijara perwerdehiya bi zimanê dayikê tenê mijareke pedagojîk nîne; di heman demê de mijareke civakî ye ku rasterast bi nasnameyê, hesta girêdana bi civakê re, wekheviyê û aştiya civakî ve …

Read More »

ROMANA MEHMED UZUN A YEKEMÎN: “TU”

  Gorbihîşt Mehmed Uzun nivîskarekî kurd ê hêja bû. Berhemên wî ên edebî û herweha hemû romanên wî dewlemendîya edebîyata kurdî ye. Romana wî a bi nave “Tu” li bakurê Kurdistanê romana kurdî a yekem bû. Dema ev romana yekem li Swêdê hate weşandin, digel ku keyfa gelek xwendevanên kurd …

Read More »

Şîrove û Nirxandina Pirtûka Dîroka Veşartî

Dema min anonsa pirtûka bi navê ”Saklî Tarîk – Dîroka Veşartî” di înternetê de dîtibû, bala min kişandibû. Spas ji Rojciwanê Farqînî re ku pirtûkê anî wek diyarî da min û min ew xwend. Navê pirtûkê ”Saklî Tarîk – Cîld : 1 – Dîroka Veşartî – Cîld : 1” e. …

Read More »

Romana Mîr Qasimlo – Romaneke Post-Modern ”Nûeza”

Di nav nivîskarên kurd de, yên ku ez wan diecibînim û bi dilxweşî romanên wan dixwînim, yek jê jî nivîskar/romannivîserê kurd ê Serhedî Mîr Qasimlo ye. Min hemû romanên wî xwendiye. Ew nivîskarekî kurd î mêr, mêrxas e, netirs e. Di berhemên wî de sahneyên erotîk ku Xwedê giravî hinek …

Read More »

ROMANA EŞKIYAYÊ NAVDAR ALAN Ê KURD

Dema min pirtûka nivîskarê kurd ê ji rojavayê Kurdistanê birêz Cankurd dît keça kurd ya ku navê wê Ala bû ku di keştiya penaberên kurd û areb ku têde bû û dixwestin ji Suriyê birevine herine ewropayê û di keştiyê de di nav deryaya spî de keştî qelibî bû u …

Read More »

Dara Hêcîrê

Hêcîr fêkîyek pir balkêşe Di Quran a pîroz de derbas dibe Rebbê aleme bi vê fêkîya qedirbilind sond dike. Çaxa Rebbilalemîn bi tiştekî sond dike, bala însanan dikişine ser wî tiştî, ji bo ku însan wî tiştî tefekur bike fayde û berjewendîyê mirovan biponije. Hêcîr di sureya 95a ayeta yekemin …

Read More »

Her sibe bexşandineke nû ye

Mirov her sibeh careke din vedije û ji nû ve tê afirandin. Bi vekirina çavan re jiyaneke nû diyarî mirov tê kirin. ​Wekî ku hûn jî dizanin, xew birayê mirinê ye; yanî mirineke biçûk e. Dema mirov dikeve xewê, nizane gelo dê sibehê rabe an na. Em gelek caran dibihîzin …

Read More »

Kurd û Dîaspora

Ez ê niha ji we re li ser dîasporayê hinek tiştan bibêjim. Dîaspora bi bingehîn navekî sirgûniyê ye, yanî li ser bingeha belavbûn û sirgûniyê hatiye avakirin. Di dîrokê de sirgûniya herî dirêj û mezin a Cihûyan e. Cihûyan nêzî 2000 salan li seranserê cîhanê weke penaber geriyan, bela bûn …

Read More »

Li Ser Romana ‘Berfa Sor’ Nirxandinek

Lokman Polat Di nav xelkê de dihatin gotin; sala ”Berfa Sor” sala ku berfa sor bariya. Waye niha jî romana ”berfa Sor” hatiye nivîsîn. ”Berfa Sor” navê romana nivîskarê kurd Mehmet Dijle ye. Min berê du pirtûkên wî yên kurteçîrokan xwendibû. Yek navê wê ”Asus”e û ya din jê navî …

Read More »

Şagirtê Tewanbar

Nerîna we ne girîng e ya min girîng e. Ya rast ez baş im, neheqî li min hatiye û ez qehreman im. Ez di meznayikê de bûm lê we min bi hêsanî û erzanî şikand. Ez jî tola xwe ji we distînim. Ez yekî bi taybet im, yê weke min …

Read More »