Buhar hatîye welatê min
Wek bûka baranê
xwe xemilandîye welatê min
Daran kulîlk vekirîye
Bi her rengê
Bi kêf , şahî û bextewarî
Ewr û esman ketine dest hev bi govendî
Dibişirin ji axê ra
Ax bi Baranê kêfxweşe
Çîm bi axê kêfxweşe
Pişoka min bi wan çavên kesk
Li xweşik bûna xwezayê dinêre
Ji kêfê li ser axê lîstîkan dike
Paşê çavê xwe ji dinyayê ra digre
Wî guhdar dike .
Ez jî di nav çayîrênda rûniştime
Vî buhara bêhempa da
Êşa dilê xwe guhdar dikim
Tenê bûna xwe
Bêfehm kirina xwe
Ser nehezkirina xwe .
Ne aîdê vê zemanî ye ev dil
Guh didime vê dil û rih ê
Lê ne bersivek ne jî fehmkirinek .
Bayek xwe li nava çavê min dixe
Wek bixaze min hembêz bike
Bêje ez te fehm dikim
Rondikên çavên xwe paqij bike
Û dil aram be
Mîna buxaze min bîne ser hişê min
Min carek ta dicirifîne
Wek bêje rabe û xwe daşîne
Ji jan , derew û bêbextîyên mirovan
Dixaze bêhnek fire bide min
Bibe nefes
Wek
Bêje her tişt nû da dest pê bike
Û Çîroka te xilas nebû , nêvî da jî nema
Wê xwe ji nû ‘ v da biafirîne
Tenê bawer ke
Û gavek bavêje jîyanê ,
Jîyanek nû biryarên bi hêz
xwe xemilandîye welatê min
Daran kulîlk vekirîye
Bi her rengê
Bi kêf , şahî û bextewarî
Ewr û esman ketine dest hev bi govendî
Dibişirin ji axê ra
Ax bi Baranê kêfxweşe
Çîm bi axê kêfxweşe
Pişoka min bi wan çavên kesk
Li xweşik bûna xwezayê dinêre
Ji kêfê li ser axê lîstîkan dike
Paşê çavê xwe ji dinyayê ra digre
Wî guhdar dike .
Ez jî di nav çayîrênda rûniştime
Vî buhara bêhempa da
Êşa dilê xwe guhdar dikim
Tenê bûna xwe
Bêfehm kirina xwe
Ser nehezkirina xwe .
Ne aîdê vê zemanî ye ev dil
Guh didime vê dil û rih ê
Lê ne bersivek ne jî fehmkirinek .
Bayek xwe li nava çavê min dixe
Wek bixaze min hembêz bike
Bêje ez te fehm dikim
Rondikên çavên xwe paqij bike
Û dil aram be
Mîna buxaze min bîne ser hişê min
Min carek ta dicirifîne
Wek bêje rabe û xwe daşîne
Ji jan , derew û bêbextîyên mirovan
Dixaze bêhnek fire bide min
Bibe nefes
Wek
Bêje her tişt nû da dest pê bike
Û Çîroka te xilas nebû , nêvî da jî nema
Wê xwe ji nû ‘ v da biafirîne
Tenê bawer ke
Û gavek bavêje jîyanê ,
Jîyanek nû biryarên bi hêz
Dilîn Avîn