Ziman

Ji HEZKURDê kampanyaya îmzeyan bo perwerdehiya zimanê Kurdî

1 deqe xwendinParve bike

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) bi daxwaza dayîna mafê perwerdehiya zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê, kampanyayeke îmzeyan da destpêkirin.

HEZKURD di bangewaziya xwe ya piştgiriyê de dibêje, bêyî ti alyikekî siyasî û polîtîk ê vê helmetê tune ye û wan ji bo baldariya hemû bîrdozî, rêxistin cemaet û partiyan bi awayekî serbixwe ev kampanya daye destpêkirin.

HEZKURDê di nivîsa kampanyayê de gotiye, mafê perwerdehiya zimanê zikmakî, mafekî rewa û gerdûnî ye û li gorî hiqûqa navneteweyî jî mafekî rewa û mirovî ye.

Hêjayî gotinê ye, gelek kesayetên naskirî piştevaniya xwe bo vê kampanyayê eşkere kirine ku di nav wan de parlamenter, nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrên Kurd hene.

Ji bi îmzekirina kampanyaya daxwaza perwerdehiya zimanê Kurdî li dibistanan divê hûn vê lînkê bitikînin û biçin ser rûpela îmzekirinê û piştgiriya kampanyayê bikin.

Peyama Kurd

ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Şîroveyekê bihêle

Your email address will not be published. Required fields are marked *